SEBRA MIN BI
NAVÊ TE
Dîsa rabû kela min
Rabûn derd û kulê min
Qet nemaye halê min
Wêran bûye mala min
Derd û kullê vê dinê
Minre heya mirinê
Heta roja telqînê
Mela li ser xwendinê
Min xêr nedîl heyatê
Îman hanîb tewratê
Li ser pira sîratê
Li me bike şefqetê
Bawerîb pêxemberan
Çar kêtêb û defteran
Xwedê şandin serseran
Bîst û heşt pêxemberan
Xwedê ketim bextê te
Pirr mezine textê te
Rê tinin bê deryê te
Sebra min bi navê te
Seyda destan vedike
Curnêreş gazî dike
Şev û roj şukur bike
Dîsa jî hîn hindike.
Mehmet AYDOĞDU
09.07.2010 - 00:30
Înî - Sefaköy
Küçükçekmece/ İstanbul