SEMSÛR
Li nemrût roj tê dere
Li binya wî cendere
Avek di binra dere
Ez rabûm çûme sere
Semsûre xweş kolike
Sincik semsat cêlike
Werin bala xwe bidnê
Çemê ferat mêl dike/diherike
Warê şêran Semsûre
Alyek tût yek gergere
Çiyay nemrût l'hembere
Tev petrolû mermere
Golbaşî û bêsniye
Kesk û sor xemiliye
Warek gelek şêrîne
Xemla vî welatiye
Navê xwe xweş semsûre
Ne bi beden û sûre
Wele pirêb huzûre
Bajarek pir menşûre
Seyday Curnêreş semsûr
Meletî Riha ne dûr
Gelo rabin bi hevre
Herin bajarê semsûr
Mehmet AYDOĞDU
01.05.2016 : 16.25
MAMAK-- ENQERE