TÊYE
Têye;ronahîya rojê îro têye
Têye;mizgînîya xillasîyê têye
Têye;evîndarê YEZDAN îro têye
Têye;derman-û evîna dila têye
Şabe; îro cejneka gellek girane
Şahîya erd û,daristan û ezmana
Xillasîya hemû mexlûqê bê zimane
Ji dayîkbûna evîndarê YEZDANE
Bi xêr hatî ti ya ronahîya çavan
Çêtirî bome ji xêro dê û bavan
Ji hemû milletanra ti bûyî şivan
Serê min bi gorîya wa herçar navan
Navê şêrîn Mehmûd,Ehmed û Mistefa
Ji vê dinyê kesek tinne wek t’eb wefa
Navê teyê şêrîn j’bo me zewq û sefa
Te xillaskir dilê me li derd-û cefa
Qurban navê Mistefa,Mehmûd û Ehmed
Evîndarim ez ji bona navê Mûhammed
Ji bona hemû cîhanê,ew kirîye rehmet
Bona xillasîyê şandîye rebbê ,semed
09/04/2006
yekşem-17:30
ji bona pîrozkirina roja ji dayîkbûna Hz.Mûhammed s.a.v
“MEHMET AYDOĞDU” ji Riha’yê nivisandîye
Roja ji dayîkbûna pêxember ji we hemîyan pîroz û binbarekbe…!