TE EZ XISTIM DEVÊ
GURAN
Ji destê te ax û eman
Te ez xistim nava xeman
Geryam li ser pirr hekîman
Derdê xwe re nedî derman
Te xistim nav êş û bela
Derdê min kirin wek kela
Ji destê te keça fila
Li ser min dixwûne mela
Te xistim nav derdê giran
Bûm dijminê xwûçk û biran
Ma qey eva jî ne bes bû
Te ez xistim devê guran
Ji destê te der bi derim
Bi salanel te digerim
Sewa çavên reş û belek
Şaş bûme ez kuda herim
Nav kezeba min kire reş
Jî dilê min tê xwîna reş
Bo te Seydayê Curnêreş
Digere li Riha Mereş.
Mehmet AYDOĞDU
05.04.2025 - 01:37
Şemî
Mamak / Ankara
Yorumlar
Kalan Karakter: