TUYÎ DELALA
VÎ CANÎ
Tuyî delala vî canî
Hêstrê çavêm bûne kanî
Min digot qey fêrişteyî
Min nizabû tu zebanî
Keçê çima ma tu dînî?
Çawa dikim tu namînî
Min nizabû tu xayînî
Nîvê rêda diterkînî
Te ez xistime çi halî?
Zanim tujî tim dinalî
Were ez ji tere bibim
Bibim malxo tu bermalî
Keçê were min guneye
Sebra min têb navê teye
Derd û kulên ez dikşînim
Rêya mala xwe wendakir
Rindê wele sewa teye
Min ne hal û ne jî male
Ev dil sewa te dinale
Dilêm sewa te dinale
Binêr çi anî serê min
Bi ciwanî kirim kale
De were gula ber avê
Xwe werdim li pişt û navê
Ramîsanekê bide min
Li herdû gepan û lêvê
De were gula şîlanê
Min derxe li vê zîndanê
Sond duxum navê Quranê
Te nadim bi vê cîhanê
Seyday Curnêreş rabûye
Serî rakir li vir çûye
Sewa te yî sewdaliye
Welat terikand, dûr çûye…
Mehmet AYDOĞDU
09.06.2021 - 02:30
Çarşemî
Mamak / ANKARA