URFA
Urfa pêrê mezine
Bûk tê zend bi bazine
Qedrê hevdu zanibin
Çanda me didizine
Urfa bajarek gire
Bîracikê bi pire
Harran tevê bi deşte
Akçakale bi gire
Urfa bajarek xweşe
Siwerek kevrê reşe
Bozova bi zebeşe
Hilvan naçeyek xweşe
Urfa cih pêxembere
Eyyup li viranşehre
Halfeti tev dîroke
Ferat di bera dere
Helepli tev bi dare
Suruç cihê henare
Havînê pirrê germe
Zivistanê jî sare
Urfa bi dar û bere
Deşta Ceylanpınare
Bi eşq û evîndare
Yezdan bike stare
Urfa warê rindaye
Xwedê ji bo me daye
Ji bo Seyday Curnêreş
Urfa evîn sewdaye.
Mehmet AYDOĞDU
27.12.2021 - 20:24
Duşemi
Bağcılar / İstanbul