VEMIRANDIN
ÇIRA MIN
Wenda bûye yara min
Binêr çi hat serê min
Min digot qey para min
Vemirandin çira min
Êvar tê sibe nabe
Halê min pir xirabe
Bextê teme Xwadêyo
Dinya li min ezabe
Weke ezabê qebrê
Xwadê bide min sebrê
Nefs xweyîne fam nake
Çawa dikim nayê rê
Der û rê hatin girtin
Niva l’min nayê gotin
Derd û belê dinyayê
Dil cîgera min sotin
08/03/2010-15:50 Dişem
TRT. AMED
Mehmet AYDOĞDU