WEK HINGIVÊ
ÇEWLIKÊ
Dilêm kete rindekê
Rinda wek şemamokê
Wele pirrê şêrîne
Wek hingivê çewlikê
Dilê min derxist û bir
Nizam min bi te çikir
Dinya ser min xira kir
Gawir ha nakel gawir
Dilketiya min were
Bi dilre meke şere
Sewa te dike bimrim
Mebê eva qedere
Dilketya min wek zîne
Weke min dilbirîne
Herdû çavên min korin
Bêy wê kesî nabîne
Dilketya min xezale
Xezale şêr şepale
Emr û fermana Xwedê
Ew ji minre helale
Bi çavan dide awir
Ez xistim nava agir
Şêrîna weka şekir
Aqil serêm wendakir
Li Curnêreş ez tême
Evînêre Seydame
Sond duxum navê Xwedê
Ez dilketiyê tememe.
Mehmet Aydoğdu
23-24.05.2022 / 08:50
Dişemî û Sêşemî
Riha