WERE MERE
Cihê te di dil de vala
Were mere rindam were
Li dû te ez ketim hala
Were mere rindam were
Bêy te dinya min tariye
Li ber çavên min nariye
Derdan emrê min xariye
Were mere rindam were
Bi çûyîna te xemgînim
Ji derdên te har û dînim
Dil kezewê de birînim
Were mere rindam were
Ez bûm behr û bûme pêle
Dil tembûrê re bû têle
Were dilêm vala mêle
Were mere rindam were
Were mere rindam mere
Çavên min li te digere
Ez bûm teyrekî bê pere
Were mere rindam were
Ez Seydayê Curnêreşim
Te digot gul û binevşim
Ji derdên te ez nexweşim
Were mere rindam were.
Mehmet AYDOĞDU
14.01.2020 – 00:06
Sêşemî
Köln / Almanya