WERE WERE DIL
POLAT Ê
Min got were min guneye
Qêrîna min sewa teye
Di nava vê cîhanê de
Bêy te kesî min tuneye
Bese were dilêm dêşe
Min fam nekir ev çi êşe
Wele wek derba dirêşe
Dil cîgeram pêre dêşe
Were were gawir bavê
Bo çi nagrîl min slavê
Gure gura ewr û tavê
Bo te min wendakir çavê
Were were dil polatê
Bê te çibkim vê heyatê
Ez bi gorî bese were
Dilde derxe vê şewatê
Were were keça fila
Te nediye derdê dila
Derdê dilan pirr girane
Mirov dixe nava hala
Were were ez bêkesim
Weke şêrê nav qefesim
Jiyana ku tu ne têde
Welel mirinê natirsim
Were were nav şêrînê
Nav dilêm meke birînê
Li ser navê vê evînê
Seyday Curnêreş kir dînê.
Mehmet AYDOĞDU
05.04.2025 - 04:18
Şemî
Mamak / Ankara
Yorumlar
Kalan Karakter: