XERÎBÎ BÛYE
PARA MIN
Şev zivistan min pirr sare
Wek sînga min de reş mare
Derdê xelkê mal û milke
Derdê min jî tenê yare
Rûyê biyaniyê sare
Derd û kul min bûn hezare
Şev û rojên min heware
Xerîbî ji minre pare
Xerîbî bûye para min
Welat her dem ber çavên min
Yara delal xeyîdiye
Hilnagriye slavên min
Xerîbî gelekî zore
Mirov dibe gotin şore
Kes halê kesî nizane
Morovê xerîbî kore
Çend rojin min zare zare
Nabînim sibê êvare
Jiyana li xerîbiyê
Mirov dike tar û mare
Seyday Curnêreş biyane
Welatê min rih û cane
Ez sond duxum bi qurane
Welat nadim bi cîhane.
Mehmet AYDOĞDU
24.02.2018 – 20:48
Şemî
Köln / Almanya