XERÎBÎ
Xerîbiyê mame bê hal
Ne dost hene nejî heval
Hêş û aqilê min nema
Min wenda kirye rêya mal
Dost û heval vir nemane
Li hevdû dikin gumane
Min fam nekir van însana
Bo hev dikolin gornane
Li ba hev dost û birane
Dikin kêf û henekane
Gava/wexta dûra hevdikevin
Hevdû difroşin erzane
Nemaye qedr û qîmete
Xelkêre dikin xizmete
Ji bo pênc qurşê dinyayê
Bi hev dikşînin zehmete
Xerîbî wele ne ware
Ji bona min kul û jare
Wele saniyeka tenê
Welat ji bîra min nare
Xerîbe Seyday Curnêreş
Dost nemane dinya qeleş
Welatê min wek gula geş
Xerîbiyê kirme nexweş.
Mehmet AYDOĞDU
11.06.2018 - 01:53
Duşemî
Köln / Almanya