XERÎBÎ ZORE
Xerîbî zore nikarim werim
Bi şev û bi roj li te digerim
Wele şaş bûme ez kuda herim
Bi hesreta te ez derbiderim
Ez derbiderim ji dûrî yarê
Nikarim bîrkim ez wê kibarê
Derdan dinalim sibê êvarê
Ezê wê çawa bibînim carê
Li xerîbiyê te dilêm qul kir
Hindirê min jî te tije kul kir
Te hiş û aqil nav serê min bir
Nav û dengên min dinyê wenda kir
Li xerîbiyê ez bêkes kirim
Sûk û kolanan tenême ferim
Evîna yarê ji bîrve birim
Di xewnên xwede li te digerim
Seyday Curnêreş ez xerîb mame
Hîmî nexweşim him bi sewdame
Ez sewdaliyê wî navê teme
Di jiyanê de ez wenda bûme
Mehmet AYDOĞDU
08.01.2021 -16:53 / Înî
Mamak / Ankara
[00:23, 08.01.2022] Mehmet Aydoğdu: SEWA TE
EZÊ BIMIRIM
Mirim mirim rindê mirim
Sewa te ezê bimirim
Heta tu ney li vir narim
Li dû te ezê bimirim
Çavên teyên reş û belek
Derd û kull min kirin gelek
Wele bi xwere ez kuştim
Wan birî û porên xelek
Ezê bimirim sewa te
Bişev werime xewa te
Wele ez dûrî te narim
Ezê bibim kabûsê te
Rindê bi saxî kuştime
Nav agirde biraştime
Te can û cigera min xar
Ji bona te ez taştê me
Zivistan bihar havîne
Rindê kirim har û dîne
Min fam nekir çi evîne
Navê vê rastî mirine
Nizanim min çi kiriye
Derd li min ranabiriye
Sewa çavên reş û belek
Seyday Curnêreş miriye.
Mehmet AYDOĞDU
08.01.2020 – 18:20
Çarşemî
Köln / ALMANYA
[00:24, 08.01.2022] Mehmet Aydoğdu: BEJNA ZIRAV
Ber mala mere mêl meke
Bejna zirav li ba meke
Bese rindê tu ha meke
Nav dilê min perçe meke
Roj hilatî li alyê me
Şewqa xwe dida alyê we
Were binêre halê min
Dike bimrim ez sewa te
Şeva tarî heyv hilatî
Şewqa xwe da vî welatî
Lê zalimê gawir bavê
Nizam minre li ku hatî
Bejna zirav dara gûzê
Bîhna xwe bîhna nêrgizê
Were destê min tu bigre
Birevîn dawya payîzê
Bejna zirav min dikuje
Ez kirime kerr û gêje
Sêbê êvarê dinalim
Ewa tiştekî nabêje
Bejna zirav wek çinare
Ber mizgeftande minare
Sewa eşqa te delalê
Germa havînê min sare
Were îro roj çi xweşe
Bejna zirav gula geşe
Sewa xatrê bejna zirav
Seyday Curnêreş nexweşe.
Mehmet AYDOĞDU
08.01.2020 – 00:53
Çarşemî
Köln / Almanya