Xerîbiyê perîşanim
Wek nexwaşê bê dermanim
Îro dîsal xerîbiyê
Bê nefes bê rih û canim
Xerîbiye, xerîbiye
Kes kesî nake fediye
Tu kes nizane kes kiye
Mirov li vir bê xwadiye
Bê xadî mam xerîbiyê
Bi hesreta bav û diyê
Jiyana li xerîbiyê
Çi ferq heyel bindestiyê
Xerîbî barek giran e
Wele bona min zîndan e
Ew ne karê henekan e
Ma tenê para Kurdan e
Xerîbê dûrî welatim
Diherikim wek feratim
Li vê dinyê min xêr nedî
Ji xelkêre mal mîratim
Xerîbê welatê xwe me
Dûrî welat ez wenda me
Bi salanel xerîbiyê
Hesreta welatê xwe me
Xerîb ma Seyday Curnêreş
Tu caran nedî rojek xweş
Qurbana teme Xwedêyo
Carê bextê me bike xweş.
Mehmet Aydoğdu
25.03.2023 - 18:00
Şemî
Mamak / Ankara