XEZAL
Tu li kuyî şepalê
Şêrînê çav xezalê
Xezala pirr delalê
Derdê te kirim kalê
Xezala deşt û çiya
Tu bêrîvana miya
Te nadim bi horiya
Seroka nav bêriya
Xezala ber karika
Sînga mircan morika
Ez dînkirim helandim
Dayîka wan karika
Xezala minê kedî
Pirr dike şerm û fedî
Sond duxum bi Quranê
Tu çavan ewa nedî
Xezala mina çav reş
Bîhn dide wek gula geş
Wê xezala şox û şeng
Dîn kir Seyday Curnêreş.
Mehmet AYDOĞDU
23.05.2021- 13:10
Yekşemî - STENBOL