XIRABREŞ
Navê wê xirabreşe
Çanda xwe neqş bi neqşe
Dîroka bav û kalan
Cîhan tev kire şaşe
Dîroka bav û kalan
Xelkê ew kire talan
Çanda bav û kalên me
Cîhan rakir ser piyan
Bajarê pêxemberan
Ne kaxiz û defteran
Dîroka hezar salan
Neqşandin ser keviran
Gobeklî tepe nîne
Xirabreşê bi tîne
Kesên me înkar dikin
Dîrok wan dişewtîne
Dizên çanda me pirrin
Tev çeqel, rûvî, gurin
Çand û hunera qedîm
Ber çavan wendakirin
Xirabreş tev dîroke
Ew raste ne çîroke
Yên înkarya me bike
Xwedê wan jî wendake
Seydayê Curnêreşim
Ser rastiyê dimeşim
Bi çanda xirabreşê
Heta heta kêfxweşim.
Mehmet AYDOĞDU
29.12.2021 - 22:41
Çarşemî
Bağcılar / İstanbul