XWEZÎ RINDÊ QET
MIN TU NEDIYA
Xwezî rindê qet min tu nediya
Bi hesreta te emrêm qediya
Rinda min birin dan teresekî
Xwezî ew roja min tew nediya
Rindam ne rinde wele horiye
Bejna xwe zirav rastî pêriye
Wele sond duxum kelama qedîm
Li rû vî erdî çavan nediye
Xwezîm nedîta ew heyva çarda
Ez nediketim nav kul û derda
Sewa xatirê xezala şêrîn
Can û rihê xwe min tev bi derda
Xwezîm nediya xezala çiya
Wele helandim cotê guliya
Horya buheştê siltana dilan
Har û dîn kirim wek bê xwediya
Bejna te zirav weke çinarê
Memkê gulover weke henarê
Roja şemiyê li ber êvarê
Were ramîsim bin siya darê
Serê min carê bi tere qurban
Bêy te min nedîn qet dem û dewran
Rojekê were bo min tu mêvan
Dinyaya ronik min meke zîndan
Xwezî min nedya çavên dinyayê
Ez nediketim nav vê sewdayê
Bejna te bilind porên herîrî
Çavên reş belek xistim belayê
Seyday Curnêreş bo te şaş bûye
Nava dilê min tev dixweşiye
Were binêre carê halê min
Dil cîgera min pêre dêşiye.
Mehmet AYDOĞDU
17.07.2022 - 10:12
Yekşemî
Curnêreş/Hilvan - Riha