WEK STÊRKAN WÊ ŞEWQ
VEDAYE
Xwedyê kenê xweş tu rih ü can
Şêrîna delal keça kurdan
Çelengî û bedewiya xwe
Wele deng daye nava cîhan
Keça kurda pirê delal e
Ezîza dilan çav xezal e
Evîna delal a dil ê min
Wele ez kirim kerr û lal e
Çi xezal e, çiqas şêrîn e
Bêhna gulan ew direşîne
Nav bexçan de gul a bi bîhne
Xwedê şandî bo min mizgîn e
Bo te hatim keçê ji dûr e
Bo te stû daye ber şûr e
Li min megere bes qusûr e
Pêş min çê meke beden sûr e
Keybanûya nava qesra ye
Wek stêrkan wê şewq vedaye
Wele ew rehme ne bela ye
Sebr û solixa nav mala ye
Seyday Curnêreş dibê delal
Were bi hev re bibin heval
Bila nebore pirr dem û sal
Were ji min re bibe helal.
Mehmet AYDOĞDU
11.04.2025 - 04:53
Înî
Mamak Ankara
Yorumlar
Kalan Karakter: