AX BIRÎNE
Ax birîne birîne
Nav dilê min birîne
Ji derdê te ez dimrim
Çavên te min nabîne
Lê keçê gawir bavê
Nemal min dil hinavê
Kes derdên min nizane
Dîn kir bejin ziravê
Bejna zirav l'ba dike
Deradan l'min zêde dike
Nizam gunê min çiye
Li min girtiye rike
Keçê mêjyêm çelqiya
Nava dilêm teqiya
Were carê ramîsim
Lêvên weke fêkiya
Boy te nexweşim zanî
Feda dikim vî canî
Birîna min pirr kûre
Derdê minre dermanî
Ax nexweşim nexweşim
Seydayê Curnêreşim
Evîndarê delalê
Xwediyê bextê reşim.
Mehmet AYDOĞDU
20.10.2009 - 09:50
Sêşemî
TRT DİYARBAKIR