Bajarê me bişewite çi bajar e
Havînê germe zivistanê pirr sare
Rebê alemê delîlê mitilheyra
Wê ji min û tere jî bibîne çare
Bajarê me bişewite çî mezin e
Nîvê xwe yî dost e nîvê xwe dijmin e
Fesad û nerind li cem hev rûniştine
Şora min û xezal a bedew dikine
Bajarê me bişewite ziqak teng e
Delala min pir şêrîn û şox û şeng e
Wereb destê min bigre li me dereng e
Ji xwe evîna me daye nav û deng e
Bajarê me bişewite tev li heve
Ro hilatî bo min tim û tim şev e
Kula giran di nav dil de dernakeve
Bi şev û roj xewa xwe nê ranakeve
Bajarê me bişewiteb dar û ber e
Warê ewliyan û cihê pêxember e
Were em jî herin xwe bavêjin ber e
ÎnşeAllah wê li bangîna me jî were
Bajarê me bişewite pirr î xweş e
Dalala min di nav de gula geş e
Îro dîsa ji bona te pirr nexweş e
Bo te dike bimre Seyday Curnêreş e.
Mehmet AYDOĞDU
25.11.2023 - 13:41
Şemî
Mamak / Ankara