Çi rinde çi dîlber e
Yê weke zêrê zer e
Ji min re can cîger e
Ez kirim der bi der e
Ne keçek a niha ye
Gelek qedir biha ye
Ji bo xelkê nizanim
Bo min sebra dila ye
Wele sebra dilan e
Kulîlka nav baxçane
Dotmîra nav malan e
Evîna dil ê min e
Yezdan bo min fikirî
Delal bo min çêkirî
Evîna nav dilê min
Şêrîne weke tirî
Seyday Curnêreş rind ê
Xezal a bajar gund ê
Wek horiya buheşt ê
Dev bi çûk poz bilind ê.
Mehmet Aydoğdu
19/11/2023 - 16:03
Şemî
Mamak / Ankara