BERDE BERDE
Hele binêr çi jine
Wê çav berdaye mine
Ez li wê xilas nabim
Ew bela serê mine
Berde berde lê berde
Keçê yaxa min berde
Çavên tey reş û belek
Ez xistim nava derde
Çavê xwe berdaye min
Bûye dizê dilê min
Nizanim çi dixweze
Xêra kir jiyana min
Berde berde lê berde
Keçê yaxa min berde
Çavên tey reş û belek
Ez xistim nava derde
Min got dûrî minkeve
Roja min meke şeve
Mêjyêm li hev dikeve
Ji bo te ranakeve
Berde berde lê berde
Keçê yaxa min berde
Çavên tey reş û belek
Ez xistim nava derde
Him gule him sosine
Balteya emrê mine
Weke teniya bi don
Şirîga emrê mine
Berde berde lê berde
Keçê yaxa min berde
Çavên tey reş û belek
Ez xistim nava derde
Seyday Curnêreş bese
Li min qut kir nefese
Keçê ketim bextê te
Te ez kirim/hiştim bê kese
Berde berde lê berde
Keçê yaxa min berde
Çavên tey reş û belek
Ez xistim nava derde.
Mehmet AYDOĞDU
08.08.2023 - 20:31
Sêşemî
Keçiören / Ankara