Pez mexelbûl paş xaniya
Çûm dangiya berx û miya
Min dît rindek wêda têye
Meşa xwe meşa horiya
Aqil sewda serê min çû
Rabûme pê û min da dû
Nêrîna çavan ken û rû
Ez dîn kirim bi lez û zû
Bejna zirav ta rihan e
Sîng û berê xwe zozan e
Dihat tev qeflê qîzan e
Xistim nav derdê giran e
Qefle hat û min rabirî
Min dengekî banê kirî
Ewa çerx bûl min vegerî
Hal û xatrê min pirs kirî
Min got halê min xirab e
Dinya li min kir ezab e
Sonda min navê Xwedê be
Jiyana min bê te nabe
Êş û jan xist hindirê min
Xwe berda nav kezeba min
Bê te çê nabe halê min
Wer dermanke delala min
Seyday Curnêreş xembare
Germa havînê min sare
Bê te ez mame neçare
Nav dilê min tîre mare.
Mehmet AYDOĞDU
23.11.2023 - 01:07
Pêncşemî
Mamak / Ankara