Lê can lê can lê canê lê canê
Sorgula nav baxçanê lê canê
Nexweşim dike binrim lê canê
Sewa/ji bo keçka Hîlwanê lê canê
Hêlewan pirr şêrîne lê canê
Weke gula bi bîhne lê canê
Tevda eşq û evîne lê canê
Dildaran dihewîne lê canê
Hêlewan deşte dûze lê canê
Tev rihan û nêrgize lê canê
Rinda min wêde têye lê canê
Xwedêyo/ Rebiyo biparêze lê canê
Hêlewan bi kepire lê canê
Matoran gure gure lê canê
Keç û xort wêda têne lê canê
Çavêm yekê dibire lê canê
Hêlewan warê şêran lê canê
Cihê egît xweş mêran lê canê
Şepaleka Curnêreş lê canê
Dilê min da ber kêran lê canê
Deşta Hîlwanê xaşe lê canê
Mirov têde ser xweşe lê canê
Wele bi te kêf xweşe lê canê
Seydayê Curnêreşe lê canê.
Mehmet AYDOĞDU
11.04.2023 - 14:47
Sêşemî
Mamak / ANKARA