AX EVÎNÊ
Evînê weke çiyane
Barekî gelek girane
Yên dikşîne tenê zane
Ew ne karê henekane
Ax evînê ax evînê
Şewitandim vê havînê
Evînê weke agire
Bi ku keve venamire
Ku dikeve venamire
Yên ku evînê nekşînin
Hêsan hêsan ( kolay) ew namire
Ax evînê ax evînê
Şewitandim vê havînê
Evînê wek pençeşêre
Ne dibê jin, ne jî mêre
Wê bi xwere kirin lîstok
Gelek egîtên wek şêre
Gelek egît gelek şêre
Ax evînê ax evînê
Şewitandim vê havînê
Wek nexweşiya zirave
Disote dil û hinave
Ji derdê evîna giran
Min wendakir herdû çave
Ax evînê ax evînê
Şewitandim vê havînê
Evîn weke şevên tarî
Reşe wek şova cotarî
Min digot belkî tu dostî
Min nizabû tu neyarî
Ax evînê ax evînê
Şewitandim vê havînê
Seyday Curnêreş evînê
Min xilaske ji vê şînê
Bextê te lê evînê
Were dermanke birînê
Tuyî dermanê birînê
Ax evînê ax evînê
Şewitandim vê havînê
Mehmet AYDOĞDU
18.05.2018 - 21:05/ Înî
Köln / Almanya