AX LI DERDA
Ax li derda, ax li derda
Ketime nav kul û derda
Li vê dinya betal vala
Min emrê xwe tev bi derda
Emrê min çû tev bi vala
Nav dilê min êşa sala
Derd û kulê vê dinyayê
Ez kirim weke hembala
Weke hembalan dikşînim
Çavên xwe tim digerînim
Pirrî dûrim qet nabînim
Derdê welat har û dînim
Ez nabînim qet rastiyê
Emrê min çûl xerîbiyê
Sebir nema li dinyayê
Bi hesreta azadiyê
Seyda digrî û dinale
Li Curnêreş ma bê hale
Bi hesreta axa welat
Hesreta welatê şêrîn
Xerîbîyê kirim kale.
Mehmet AYDOĞDU
22.04.2011 - 19:11
Di navbera balefirgehê û şabo
di zikê/hindirê dolmişêde de.
Curnêreş/Hîlwan
Riha/Şanlıurfa