AY DELAL
Ay delal, ay, ay delal
Çavên te çavên xezal
Hesreta guliyên te
Ez kirime kerr û lal
Delal heyva çardane
Xezala nav malane
Nexweşim dike bimrim
Delal bo min dermane
Delal bûka xemilî
Nav baxçande gulgulî
Kes bi derdêm nizane
Xezal sebra vî dilî
Delal delala dile
Him kulîlke, him gule
Xwedê destê med hevke
Herim parsa gilgile
Delal parsekê teme
Bo te li dinê heme
Delal ez ne rêwîme
Mêvanê dilê teme
Delal li Curnêreşim
Seydame dil bi êşim
Bo evîna delalê
Ji derdanre barkêşim.
Mehmet AYDOĞDU
01.07.2018-20:19
Yekşemî
Köln / Almanya