AY DELAL
Ay delal ay ay delal
Çavên te çavên xezal
Evîn û hesreta te
Ez kirime kerr û lal
Delal heyva çardane
Şewq daye nav cîhane
Sîng û ber tev mircane
Çavêb kilê sibhane
Delal sebra dilane
Kulîlka nav baxçane
Ji minre rih û cane
Derdê minre dermane
Delal bûka xemilî
Xemla xweyê gulgulî
Bi rastî tu xezalî
Keça rustemê zalî
Delal delala dile
Him kulîlke him gule
Xwedê destên med hevke
Herim parsa gilgile
Delal parsekê teme
Bo te li dinê heme
Keçê ez ne rêwîme
Mêvanê dilê teme
Delal li Curnêreşim
Seydame dil bi êşim
Bo evîna delalê
Ji derdanre barkêşim.
Mehmet Aydoğdu
01.07.2018- 20:19
Yekşemî
Köln / Almanya