BÊ MALIM
Xerîbiyê bê malim
Kezebê kûr dinalim
Hesreta welatê xwe
Xerîbiyê bê halim
Xerîbî ne tu ware
Her tim bo min êvare
Qedab xerîbiyêkeve
Rûyê xwe hertim sare
Xerîbiyê bêkesim
Bê bîhn û bê nefesim
Halê min ne tu hale
Wek şêrê nav qefesim
Roj bi nalîn û keser
Dûrî welat der bi der
Ji derdan dike bimrim
Nikarim bidim xeber
Seyday Curnêreş dêşe
Derdan kirye barkêşe
Îroj li xerîbiyê
Dil û kezew tev dêşe.
Mehmet AYDOĞDU
22.05.2018-16:20
Sêşem
Köln / Almanya