Ji bo evîndara Zekerya...
BÊRÎVAN
Bêrîvanê bêrîvanê
Ji bona min rih û canê
Dilê minre tu siltanê
Nadim bi hemû cîhanê
Bêrîvanam şitla dara
Memkê sor weke henara
Sond duxum bi navê îsa
Te nadim bi hezar yara
Bêrîvanam wek selwiya
Bejna zirav dara biya
Wexta terikandim û çû
Ez ketim halê sêwiya
Bêrîvanam kew gozele
Şêrîna min kar xezale
Li sêrî kitan û şale
Ber dilê min pir delale
Wele ewa kar xezale
Ev dil ji bo wê dinale
Evîna bêrîvana min
Bi ciwanî kirim kale
Seyday Curnêreş bêrîvan
Ji bona min ew rih û can
Bi çûyîna sinca gulan
Bi çûyîna baxçê gulan
Dinya li min bûye zîndan..
Mehmet AYDOĞDU
17.05.2018 - 20:30
Pêncşem
Köln / Almanya