BÊ WELAT
Ji derdan bê zimanim
Ma min çi kir nizanim
Were binêre canê
Ji bo te dil wêranim
Buhurî wext û zeman
Xerîbî bûye mekan
Buheşta warê xelkê
Ji minre dibe zîndan
Dil wêran û bi kulim
Her dem digrîm çav şilim
Wek evîndarê gulim
Dixwûnim wek bilbilim
Wek bilbil bi nalînim
Di dilda kûr birînim
Welatê xerîbiyê
Bo welat har û dînim
Welatê min buheşte
Çar alî zozan deşte
Hesreta axa welat
Nav Dilêm xwîna reş tê
Seyday Curnêreş welat
Ji bo min jîn û heyat
Qurbana te Xwedêyo
Kes nemîne bê welat.
Mehmet AYDOĞDU
25.08.2019 - 18.55
Yekşemî
Köln / ALMANYA