BÊ YARÊ
Were ba min biharê
Ez ramîsim te carê
Bila dinya şahidbe
Hez nakim ez bê yarê
Dora malan ciheye
Çavên min tim li teye
Dixwezim werim ba te
Mala me dûrî weye
Dora malan genime
Genim rabû wek rime
Delal jiyana bê te
Ji bona min cehnime
Dora malan bi dare
Daran girtî henare
Rinda min wêda têye
Rebî bike sitare
Dora malan bi reze
Diçêrin keryê peze
Qedera min û rindê
Ji mere bûye ferze
Dora malan kerbeşe
Keç û xort tev dimeşe
Tema zewaca bi dil
Şêrîne wek zebeşe
Dora malan bi sûre
Seyda hatî ji dûre
Curnêreş warê şêran
Bajarê bi huzûre.
Mehmet AYDOĞDU
28.02.2019 - 11.52
Pêncşemî
Köln / ALMANYA