BAVÊ MIN
Yên ku hatin tevda çûn
Hinekên wan wendabûn
Hinekjî pir zû bîrbûn
Hinekjî tew bîrnebûn
Yek ji wan bavê minbû
Çel sale ku ewa çû
Sanyekê ji bîrnebû
Ber çavê min bejn û rû
Çarê meha gulanê
Nexweşxana Edenê
Dinya ser me hate xar
Li navçeya Hîlwanê
Bavê me çû bêkes man
Dinya li me bû zîndan
Yên dikşînin tenê zan
Çawa dibin perîşan
Xwedê nede tu kesan
Bav çû emjî sêwî man
Dayîka mey gênca can
Rûnişt li ser zarokan
Bav çû me ew wenda kir
Bona me xwe fedakir
Roja ew çûyû şinda
Deryê me tarî nekir
Bê bavbûn gelek zore
Mirovan dike kore
Kesên bê bav dimînin
Nav dil tê xwîna sore
Pir zû çûbû bavê me
Belav bû pergala me
Ew çû nema kesên me
Ji xêjnî dayîka me
Bê bavbûn ne hêsane
Qedrê wan kes nizane
Ne karê henekane
Jan dikev nav dilane
Seyday Curnêreş digrî
Çel sale mame sêwî
Nav dilê min şewitî
Xwedê vemrîn vî agrî
Mehmet AYDOĞDU
17.03.2018 / 20:10 -Şemî
Di navbera Ankara yê û
Îstanbulê li Esmahan di hundurê balefirê de...