BEJN ZIRAV
Min rindek dît li ser avê
Kembera zêr dabû navê
Di nav qeflê wan rindan de
Dilê min ket bejn ziravê
Bejna zirav li ba dikir
Nava dilê min qul dikir
Emrê minê xort û ciwan
Tevda girtû bi xwere bir
Êdî were bejn ziravê
Li min sot dil û hinavê
Were ramîsanek bide
Rindê xêra dê û bavê
Bejna zirav biskê zerî
Nav dilê min kire kerî
Tu pirr xweşik û bedewî
Him xezalî him dîlberî
Bejn ziravê te ez kuştim
Di nav agirde biraştim
Evîna te ez helandim
Nav makînan de guvaştim
Seyday Curnêreş ziravê
Li min sot dil û hinavê
Gorya teme bese were
Te bigrim ser ser û çavê.
Mehmet AYDOĞDU
22.01.2013 - 14:59
Sêşemî
TRT Oran
Çankaya / ANKARA