BEJNA ZIRAV
Ber mala mere mêl meke
Bejna zirav li ba meke
Bese rindê tu ha meke
Nav dilê min perçe meke
Roj hilatî li alyê me
Şewqa xwe dida alyê we
Were binêre halê min
Dike bimrim ez sewa te
Şeva tarî heyv hilatî
Şewqa xwe da vî welatî
Lê zalimê gawir bavê
Nizam minre li ku hatî
Bejna zirav dara gûzê
Bîhna xwe bîhna nêrgizê
Were destê min tu bigre
Birevîn dawya payîzê
Bejna zirav min dikuje
Ez kirime kerr û gêje
Sêbê êvarê dinalim
Ewa tiştekî nabêje
Bejna zirav wek çinare
Ber mizgeftande minare
Sewa eşqa te delalê
Germa havînê min sare
Were îro roj çi xweşe
Bejna zirav gula geşe
Sewa xatrê bejna zirav
Seyday Curnêreş nexweşe.
Mehmet AYDOĞDU
08.01.2020 – 00:53
Çarşemî
Köln / Almanya