BERF Û BARANE
Berf û baran e berf û barane
Ji dest evînê derdêm girane
Werin binêrin ji vê qederê
Eşq xira dike mala mêrane
Derdê bê derman gelek girane
Demsal havîne min zivistane
Delalam gula nava cîhane
Wele wê nadim koma zêrane
Yara min delal ji minre cane
Eşq û evînê kirim dîwane
Xezala delal keça kurdane
Sewa wê rindê bûme hozane
Delalam weka şitla darane
Sîng û berê xwe deşt û zozane
Weke fêkiyên nava bostane
Derd û kulanre wele dermane
Seyday Curnêreş dike fixane
Mala min xira bûye wirane
Eva çend salin Ji derdê yarê
Nava dilê min rabûye jane.
Mehmet AYDOĞDU
10.11.2018 - 21:21 / Şemî
Köln / ALMANYA