BERF BARIYA
Berf bariya erd spîkir
Sar û serma pirr zêdekir
Baran barî ser berfêkir
Gend û gemar bi xwere bir
Berf dibare wek kuliya
Xetimand rêya gundiya
Xime xima dengê berfê
Deng da elok û huliya
Berf dibare li ser çiya
Dixemlîn newal geliya
Deng dane hev gur û hirça
Tam nema ji dest rûviya
Berf dibare dinya sare
Keç û xort dikin heware
Derdê xeljê mal û milke
Derdê min jî tenê yare
Berf dibare li erdêreş
Cemidand Seyday Curnêreş
Hêviya min tenêl Xwedê
Şalê we tev bike kêfxweş.
Mehmet AYDOĞDU
22.12.2021 - 12:10
Çarşemi
Bağcılar / İstanbul