BI EVîNIM
Ji derdê tr har û dînim
Bê hemd hêstran dibarînim
Ez nexweşê canê teme
Bêy te derman ji ku bînim
Bi şev û roj bi nalînim
Bo te di dilde birînim
Hesreta te ezê bimrim
Heke carê te nebînim
Herdem bi fîxan axînim
Ji ser rêçka Mem û Zînim
Di xewnan de te dubînim
Dil û cîger disotînim
Çavan li te digerînim
Li tu deran te nabînim
Rindê te li ku bibînim
Sond duxum te direvînim
Li ser rindê bi evînim
Wele bîle naxwepînim
Sewa evîna te rindê
Bê pergalim dil birînim
Seyday Curnêreş duxîne
Hat bajarê Mem û Zîne
Xwuda bide wî tu jîne
Bila yara xwe bibîne
Mehmet AYDOĞDU
03.06.2017- 12:43 -Şemî Cizîr / Şirnex