BIRÎNA DIL
Birîna dilêm xedare
Li dinyayê tune çare
Rebbî navê te Stare
Min digerîn war bi ware
Birîna dilê min kûre
Derdên min wek beden sûre
Çi zemanekî xirabe
Ji dewsa şêr gur duzûre
Birîna dil bê dermane
Yên nekşîne ew nizane
Qurbana navê te Xwedê
Ji minre bişîn dermane
Bîrîna dil pirê zore
Yên nizane dike şore
Wek masiyê nava ava
Mirov dixe nava tore
Birîna dil min bû peyda
Li Curnêreş dibê Seyda
Ji derdê vê birîna dil
Ez bûm wek bilbilê şeyda
Mehmet AYDOĞDU
30.01.2019
09.02.2019 -14:08
Şemî
Koln / ALMANYA