ÇÛ JI XELKÊRE
Min roj nedîn ji bo min her tim êvar
Havîn hatî lê dîsa her tim min sar
Li rû erdê ez tenê mame bê par
Lê ne sewa teye sewa kêye yar
Şaş bûme rê li ber min bûne bela
Sewa te bi ser minde hatî xela
Derd û kulên min mezin bûn wek kela
Min fam nekir Xwedê yo ev çi bela
Min got were delalê tu nehatî
Agir bi dilê min ket tev şewitî
Çawa dikim çima dil natewitî
Hêstirêm herikîn wek vî feratî
Şev û roj digrîme qey tu nabînî
Tera dibêm xezal weleb şiêrînî
Evîna dilê min tu ne xayînî
Xwedê tu daye ji minre mizgînî
Sond duxum tu caran te ji bîr nakim
Heta tu ney hêstirên xwe pa nakim
Dilê xwe bêy te bi kesî şa nakim
Jiyana bêy te li dinê çi bikim
Min got mere delal çima tu çûyî
Bi yekva ber çavên min wenda bûyî
Carekê ji minre negot tu kiyî
Heke ez bimrim sedema min tuyî
Tu bêrî min jî bi şivanê pezke
Dilê min bêy te ji kesî hez nake
Min ji van derdana bese/êdî xilaske
Ez mirim wek gorê tu min hemêzke
Di hemêza xwe de tu min veşêre
Min digot yara min şepale şêre
Min nizabû delala min bê xêre
Ez terikandim û çû ji xelkê re
Li Seyday Curnêreş dinya bû zîndan
Dilêm ji bo te bû deryaya xeman
Hewar û fîxana min diçe ezman
Sewa te ser minde hilweşya/şihetî cîhan.
Mehmet AYDOĞDU
17.07.2018 - 01:59 / Sêşem
Köln / Almanya