ÇÛME DEŞTA HÎLWANÊ
Çûme deşta Hîlwanê
Rûniştim li eywanê
Bi dil derim zîndanê
Ji bo rindê cilmanê
Çûm naçeya girêsor
Lı ber kelê alyê jor
Min dît rindek wêda tê
Herdû çavêm kirin kor
Çûme deşta Heranê
Dawiya zivistanê
Sond duxum bi Quranê
Helyam derdê cîranê
Çûme deşta Pirsûsê
Bo xatirê wê qîzê
Çend salin li bendeme
Ketim derdê namûsê
Ez çûme Bîracikê
Bo xatrê wê rindikê
Wele har û dîn kirim
Xweşika wê malikê
Navçeya Xelfetiyê
Çûme mala xaltiyê
Ez kuştim ez helandim
Nêrîna wê zeriyê
Çûme Serêkaniyê
Bo xatrê wê horiyê
Hesreta wê delalê
Porêm bû wek heriyê
Çûm deşta Bozowayê
Bakur û rojavayê
Min delala xwe pirsî
Barkir çûbû Rihayê
Ez çûme Wêranşarê
Bo xatirê wê yarê
Salixê nizam bidim
Rebbî bike sitarê
Çûm deşta gire gewrê
Emir tev kire dewrê
Niva çara min nema
Bê tebat û bê sebrê
Seydayê Curnêreşim
Li dû yarê dimeşim
Şaş bûme kuda herim
Evîndarim nexweşim.
Mehmet AYDOĞDU
06.04.2011 - 23:12
Çarşemî
Akdere - Mamak
ANKARA