ÇÛME MÛŞ Ê
Çûme Mûş ê çi rengîn e
Deşt û zozan xemilîn e
Ji bo min eşq û evîn e
Bajarekî pirr şêrîn e
Melezgir û bûlanik e
Çemê murad diherike
Gimgim çi xweş xwûya dike
Keç û xortan tev şa dike
Alyek korkût yek haskoy e
Çiyay sîpan pêş girtiye
Spî dike li berfêye
Dengê evdal li ser têye
Dibê Seyday Curnêreş e
Li Enqer ê çûme Mûş e
Çemê mûrad xuşexuşe
Welatekî çiqas xweş e
Mehmet AYDOĞDU
07.05.2016. 12:40.Şemî
Mamak - Ankara