Ez çûme ser kahniye
Kahnî hember xaniye
Agir bi dilê min xist
Xezala ser kahniye
Min pirsî eva kiye
Ewa li ser kahniye
Gotin delal wendaye
Xezal bo wî dîn bûye
Bejna zirav l’ba dike
Rojêre behsê dike
Wexta xezal wêde tê
Şewqa xwe xûya dike
Der dorê rohnî dike
Xezal dayîka kara
Dikşîne kul û jara
Evîna wê dilê min
Wek Îbrahîm û sara
Agir bi dilê min xist
Nava dilêmin derxist
Pî û baskêm şikiyan
Her dera min kire sist
Xezalê wek şepale
Weke ava zelale
Rengên xwe wek horiyan
Li ser serê wê şale
Şala rengîn li serî
Kezewa min kir kerî
Çawa dikim nayê rê
Li min girt hem û derî
Min got xezal ha meke
Tu dil ji minre veke
Bese dilê min şake
Pergalam bela meke
Seyday Curnêreş dîne
Şev û rojên wî/min şîne
Sedema dîn bûna min/wî
Derdê giran evîne...
Mehmet AYDOĞDU
24.05.2018-20:44
Pêncşem
Köln / Almanya