Bi salanel benda te mam
Êdî bese ez westiyam
Sonda min bi navê
Yezdan Te nadim bi
Heleb û Şam Heke derewên min hene
Dinyê rûyê min nekene
Bila herd û çavêm birjên
Heke derewên min hene
Heleb û Şam şêrîntirî
Ji mankênan xweşiktirî
Ji ber çavên min qet narî
Rohnî dikî şevên tarî
Heke derewên min hene
Dinyê rûyê min nekene
Bila herd û çavêm birjên
Heke derewên min hene
Şevên tarî rohnî dikî
Çima/bo çi tu xwe wenda dikî
Ji derdê te har û dîn bûm
Ez bang dikim tu deng nakî
Heke derewên min hene
Dinyê rûyê min nekene
Bila herd û çavêm birjên
Heke derewên min hene
Şewq didî wek heyva çarda
Ez xistim nav kul û derda
Ji bona te yara delal
Canê şêrîn tev bi derda
Heke derewên min hene
Dinyê rûyê min nekene
Bila herd û çavêm birjên
Heke derewên min hene
Min bi der da eva cana
Bêy te naxwazim dermana
Bila cîhan tev şahid be
Nadim bi wezîr siltana
Heke derewên min hene
Dinyê rûyê min nekene
Bila herd û çavêm birjên
Heke derewên min hene
Te nadim bi Mem û Zînê
Dest vedikim roja înê
Were dermanke birînê
Nav dilê min derxe xwînê
Heke derewên min hene
Dinyê rûyê min nekene
Bila herd û çavêm birjên
Heke derewên min hene
Çêtirî ji Leyl û Mecnûn
Çavên te reş weka zeytûn
Wan ez kuştim û helandim
Rengê min kir weka leymûn
Heke derewên min hene
Dinyê rûyê min nekene
Bila herd û çavêm birjên
Heke derewên min hene
Ber çavên min weka
Zahir Nefya kirim nola/ mîna
Tahir Nizanime ku min çi kir
Min delala xwe wendakir
Heke derewên min hene
Dinyê rûyê min nekene
Bila herd û çavêm birjên
Heke derewên min hene
Seydayê Curnêreş nabe
Bêy te halê min xirabe
Heke dinya li me rabe
Dîsa jiyan bêy te nabe
Heke derewên min hene
Dinyê rûyê min nekene
Bila herd û çavêm birjên
Heke derewên min hene.
Mehmet Aydoğdu
17.02.2018 - 14:50 / Înî Münih / Almanya