ÇAVÊN MIN RÊ QERIMÎN
Îşev dîsa jana te daye nava dilê min
Keçê welej destê te qet nemaye halê min
Evîn û hesreta te belakir pergala min
Êdî bese tu were çavên min rê qerimîn
Keçê bi çûyîna te tarî bû dinyaya min
Di nava dilê minde nasekine jana min
Taliya emrê minde xirakir jiyana min
Êdî bese tu were çavên min rê qerimîn
Evîn û hesreta te dilê minde dernayê
Carek were binêre derdê te ketim tayê
Sond duxum navê Xwedê bîrnakim vê sewdayê
Êdî bese tu were çavên min rê qerimîn
Çavên min rêya tene hêvî dikim tu werî
Bi şev û roj dinêrim çavên min tim li derî
Sewa te dike bimrim çima tu venagerî
Êdî bese tu were çavên min rê qerimîn
Derdê dilê min tenê tuyî xezala çiya
Tujî zanî derdê te nav dilê Min xweşiya
Sond duxum ez bi Xwedê te nadim bi horiye
Êdî bese tu were çavên min rê qerimîn
Te ez kirime Yûsûf xistim binyê zîndana
Te ez kirime stran xistim devê hozana
Te ez har û dîn kirim berdame nav kolana
Te ez har û dîn kirim xistim devê nezana
Êdî bese tu were çavên min rê qerimîn
Bejna te ber çavê min wele leyla çêtirî
Delal ji ber dilê min zuleyxa şîrintirî
Ji bona te tahirim ji bo min tu zahirî
Êdî bese tu were çavên min rê qerimîn
Nizam çima ha dikî zanim tu dilbirînî
Ez helbestan rêz dikim çima qey tu naxwûnî
Te ez kirime ferhat ji bo min tu şîrînî
Êdî bese tu were çavên min rê qerimîn
Seydayê Curnêreşim halê min tu nabînî
Çiqas ji tere dibêm tu tim ya xwe dixwûnî
Ez bûm wek memê alan ji bona min tu zînî
Êdî bese tu were çavên min rê qerimîn
Mehmet AYDOĞDU
02.06.2018 - 02:15 / Şemî
Köln /Almanya