ÇAVÊN REŞ BELEK BÎR NAKIM
Min rindek dît li bajarê rihaye
Meha tebaxê bo min ew horiye
Ber çavên min qedra wê pir bihaye
Qurbana çavên reş belek bîr nakim
Dilê xwe bêy te bi kesî şa nakim
Meha tebaxê bo min zivistane
Evîna te dinya min kir zîndane
Li kolanên bajêr kirim dîwane
Qurbana çavên reş belek bîr nakim
Dilê xwe bêy te bi kesî şa nakim
Rê û rêçên tera derim û tême
Bi şev û rojan rêya te dipême
Bêy te nizanim ezî li dinême
Qurbana çavên reş belek bîr nakim
Dilê xwe bêy te bi kesî şa nakim
Were keça bajarê pêxemberan
Navên te nivîsand li ser defteran
Ez te nadim bi zerî û esmeran
Qurbana çavên reş belek bîr nakim
Dilê xwe bêy te bi kesî şa nakim
Wek xezalan digere li nav bajêr
Qurbana çavên te xwe berde berjêr
Bi salan temaşekim lê nabim têr
Qurbana çavên reş belek bîr nakim
Dilê xwe bêy te bi kesî şa nakim
Seyday Curnêreş sewa te dinale
Ev çend salin ji bona te bê hale
Were binêre te ez kirim kale
Qurbana çavên reş belek bîr nakim
Dilê xwe bêy te bi kesî şa nakim.
Mehmet AYDOĞDU
17.08.2019 - 00.04 / Şemî
Köln / ALMANYA