ÇIMA RINDÊ
Rinda min pirê şêrîne
Dev û lêvên hingivîne
Ez kirime har û dîne
Lê lê çima rindê çima
Lê lê çima rindê çima
Te nadim bi erd û sema
Ji xwe derdêm besa min bû
Te ez xistim nava xema
Rinda min pirêdelale
Wele bi rastî xezale
Ez kirime kerr û lale
Lê lê çima rindê çima
Lê lê çima rindê çima
Te nadim bi erd û sema
Ji xwe derdêm besa min bû
Te ez xistim nava xema
Rinda min weke teyrika
Şêrîne wek şemamoka
Ez xistim rengê zaroka
Lê lê çima rindê çima
Lê lê çima rindê çima
Te nadim bi erd û sema
Ji xwe derdêm besa min bû
Te ez xistim nava xema
Rinda min weke pêriye
Rûyê xwe yê henarîye
Ez hiştim li ber deriye
Lê lê çima rindê çima
Lê lê çima rindê çima
Te nadim bi erd û sema
Ji xwe derdêm besa min bû
Te ez xistim nava xema
Seydayê Curnêreş rinde
Pozê rindê weke finde
Ez kirime perekende
Lê lê çima rindê çima
Lê lê çima rindê çima
Te nadim bi erd û sema
Ji xwe derdêm besa min bû
Te ez xistim nava xema.
Mehmet AYDOĞDU
16.06.2018 - 17:45 /Şemî
Köln / Almanya