ÇIMA TU DIGRÎ
Çima tu digrî roniya çavan
Berva nin were bavêje gavan
Bo xatirê te ez bûme şivan
Bese de were te gula sêvan
Çima tu digrî şevû roja min
Eva çi hale bejn dirêja min
Bo çi dixwînî te dilpêja min
Wek kewa gozel te dengbêja min
Çima tu digrî xezala kedî
Ji dûrî temam wele bê xwedî
Wexta ku ez têm tu rû badidî
Bi hevre nedî tew/qet kêf û şadî
Çima tu digrî sebra dilê min
Bêy te çê nabe kula dilê min
Bala xwe nadî barê milê min
Ma qey nabînî rindê halê min
Çima tu digrî şêr şepala min
Halê min nema sênca gula min
Nizam çi bêjim xweş delala min
Bo çi tu nayê kar xezala min
Çima tu digrî xezala kûvî
Min çi kiriye ji min direvî
Ji bo min heyvî tim çarde şevî
Mebê sewa çi tu ranakevî
Çima tu digrî xezala çav reş
Te har û dîn kir Seyday Curnêreş
Li ber sekratê giranî nexweş
Carekê ev dil te nekire geş.
Mehmet AYDOĞDU
30.01.2020 – 00:29
Pêncşemî
Köln / Almanya