DÎLBER
Dîlber ji nûra Xwedê tê
Ji bo min li cinetê tê
Her weke ava qudretê
Bêy wê çi bikim heyatê
Jiyan borî bi xeyalan
Dil dernayê êşa salan
Wan teqlên çavên xezalan
Dîn kirim berdame çolan
Dîlbera nava qesraye
Şepala li ber şêraye
Evîn serê min belaye
Ji ber wê min girtî taye
Min ta girtîj dest dîlberê
Ew dîlbera gerden zerê
Têr nebûm ji wê hunerê
Şewq dida weke fenerê
Ew mêvana dilê mine
Him sebr û solixa mine
Sonda duxum navê qur’ane
Yeke wek wêl dinê tune
Dîlbera bi bejn û bale
Şev û roj minre xeyale
Him ahûye him xezale
Evîna wê kirim kale
Kirim kalê ber argûna
Wan çavên reş wek zeytûna
Xistime halê dîwana
Kuştim wek derba qurşûna
Dîlberê kuştim bi çavan
Kût bûm nikam ranim gavan
Ramîsanekê bide min
Ji gerden û herdû lêvan
Dîlber bide min tu lêvan
Tu bêrîvan ez jî şivan
Wexta têy bêriya pezan
Devê minke tu wan sêvan
Seydayê Curnêreş dîlber
Destê te ez bûm der bi der
Qurbana wî gerdenê zer
Were dermanke dil cîger.
Mehmet AYDOĞDU
19.06.2018 -22:20 /Sêşemî
Zikê/ hundirê balefirêde di navbera Koln’a Almanya yê û Îstanbula Türkiye yê de li ezman.