DîLBEREK
Dîlberek min dît li sema
Ez xistime nava xema
Bîhn dide weka şemama
Halê min ji dest wê nema
Dîlbera bi newş û çîne
Rengê xwe wek rengê zîne
Wexta çavêm lê dikeve
Nav dilê min dixweşîne
Dîlbera nava qestaye
Rê ji ber min kir wendaye
Min fam nekir çi belaye/ sewdaye
Halê mij ber wê nemaye
Dîlbera weka ahûya
Ez wê nadim bi horiya
Bejn û bala wê dîlberê
Ez xistim halê miriya
Dîlbera wek heyva çarda
Ew xezala keça kurda
Ez xistime nava derda
Min dev ji wê tew berneda
Seyday Curnêreş dîlberê
Tu wek keça pêxemberê
Eşq û evîna dîberê
Ez kirime lal û kerrê.
Mehmet ADOĞDU
01.08.2018-10:10 / Çarşemî
Köln / Almanya